Tebax 04, 2020 15:36 Asia/Tehran
  • Li Iraqê 9 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Istîxbarata Iraqê ya girêdayî Wezareta Hundirîn îro ragihand ku wê 9 çeteyên DAIŞ`ê li parêzgehên Kerkûk û Bexdayê hatine girtin. Her wiha çete li xwe mikur hatine ku kiryarên terorîstî li dijî hêzên ewlekarî û sivîlan pêk anîne.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA) ji zarê Ajansa Sumeriye, Istîxbaratê di daxuyaniya xwe de got: “Bi rêya şopandina domdar a çeteyên DAIŞ’ê û ji bo tunekirina jêderên wan, hêzên istîxbaratê yên Wezareta Hundirîn 9 çeteyên terorîst girtin.”

Istîxbaratê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 5 çete li herêmên cuda yên parêzgeha Kerkûkê û 4 jî li herêmên Dewra û taxa Camîa ya Bexdayê girtine. Li gorî lêpirsînên pêşîn, çete li xwe mikur hatin ku endamên komên sûcdar in û tev li gelek bûyerên terorîst ên li dijî hêzên ewlekariyê û şêniyan di demên cuda de beriya operasyonên rizgarkirinê, bûne.

Istîxbaratê destnîşan kir ku wê gotinên wan çeteyan belge kirine û ew şandine dadgehê da ku werin cezakirin.

Hêzên ewlekariyê yên Iraqê, li herêmên cuda yên welêt operasyonan pêk tînin û gelek çeteyên DAIŞ`ê bi rêya wan operasyonan girtine.

 

 

Serepeyv