May 29, 2020 21:35 Asia/Tehran
  • Li Iraqê 416 kesên din bi Koronayê ketine

Hat ragihandin ku li Iraqê di 24 saetên dawî de 416 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî agahiyên dawî yên vîrusa Koronayê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de 416 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.Her wiha hat destnîşankirin ku 73 kes baş bûne, 6 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gor agahiyên dawî li Iraqê heta niha 5 hezar û 873 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 3 hezar û 44 kes baş bûne, 185 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.