May 29, 2020 02:34 Asia/Tehran
  • 322 kesên din li Iraqê bi Koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku li vî welatî di 24 saetên dawî de 322 kesên din jî bi vîrusa Koronayê ketine.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî agahiyên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê di roja 28 Gulana 2020 daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de li Iraqê 5 hezar û 104 test hatine kirin, di encama van testan de 322 kesên bi vîrusa Koronayê ketine hatine tespîtkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku 67 kes jî baş bûne û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniyê li Iraqê heta niha 5 hezar û 457 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 2 hezar û 971 kes baş bûne û 179 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.