May 28, 2020 22:15 Asia/Tehran
  • Parlamenterê Iraqê: Şerê avê yê li gel Tirkiyê ji şerê DAIŞ’ê ne kêmtir e

Parlamenterê Iraqê daxwaz dike ku dosya avê li gel welatên çavkaniya avê ne bigre û got ku şerê avê yê li gel dewleta Tirkiyê ji şerê DAIŞ’ê ne kêmtir e.

Parlamenterê Iraqê û Cîgirê Serokê Komîsyona Avê û Ziraetê ya li Parlemana Iraqê Mensûr Beîcî daxwaz ji dewleta Iraqê kir ku  dosya avê li gel dewleta Tirkiyê bigire û ji bo zêdekirina para xwe ya avê zextê li dewleta Tirkiyê bike.

Mensûr Beîcî diyar kir ku Iraqê li Tirkiyê dosyayek mezin a bazirganiyê heye û got;”Pêwîst e dewlet wê bike kartekî zextê û di şerê avê yê li gel Tirkiyê de helwest hebe. Pêwîst e beşa avê ya Iraqê li welatê çavkaniya avê ye (Armanc Tirkiye) were zêde kirin. Ji ber ku şerê avê ji şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê kêmtir nîne. Herwiha dibe sedema tinebûna çandiniya welat. Bi taybet ku ji ber koronayê nirxê neftê daketiye.