Nîsan 03, 2020 17:30 Asia/Tehran
  • 6 eskerên iraqî di encama teqînên terorîstî de hatin kuştin

Di encama teqînên terorîstî yên Mûsilê, navenda parêzgeha Neynewayê de li bakurê Iraqê, herî kêm 6 eskerên iraqî hatin kuştin.

Li gorî malpera Bexdad El-Yewmê, rayedarekî ewlehiyê yê Iraqê got ku teqînên terorîstî yên roja înê li riya Mexmûrê ber bi Bîr Mehîdiyê li başûrê Mûsilê qewimîn. 

Teqîneka din jî li navça Nefxanê ya parêzgeha Diyala rojhilata Iraqê  qewmî  ku  li encamê de du hêzên Heşda Şebî birîndar bûn. 

 Li parzêgeha Kerkûkê li bakurê Iraqê jî li encama teqîna bombeyekê ser riya trimbêla eskerî eskerek birîndar bû. 

 Di eynî demê de Heşda Şebî li bara destpêbûna operasyona bo geriyana û peydakirina terorîstên DAIŞ`ê li navça Neftxanê li rojhilata parêzlgeha Diyalê agahî da. 

 Ev duyemîn operasyona Heşda Şebî li dijî terorîstên DAIŞê li navça Neftxanê li vê heftyê ye.