Nîsan 03, 2020 15:55 Asia/Tehran
  • NATO yê karên xwe li Iraqê berfire bike

Sekreterê Giştî yê NATO’yê ragihand ku ew rêxistîya dê karên xwe bi rahênan û fêrkirina kadroyên Artêşê û hêzên Emnî li Iraqê berfire bike.

Jens Stoltenberg (Yêns Stolênbêrg) li vîdyokonfransekê ku piştî civîna digel Wezîrên karên Derve yên welatên endamê NATO’yê lidar xist, ragihand: Di çarçova plana wê sazîyê de, wan liser berfirekirina karên NATO’yê bi rahênan û fêrkirina kadroyên Artêşê û hêzên Emnî, efser û pisporên pûçkirina mînan û kadroyên Polîs li Iraqê lihev kirin.

NATO’yê erka fêrkirina hêzên çekdar ên iraqî daye ustîyê xwe lê, hinek neyarên rojavayî ser vê bawerê ne ku piştî biryara Parlemana Iraq ya derxistina hemî hêzên bîyanî û bi taybet jî hêzên amrîkî ji Iraqê, amerîkî vê carê bi rêya NATO’yê dixwazin hejmonîya xwe li Iraqê berfire bikin.

Ji hêla din ve Fermandarê Operasyonên Hevpar ragihand ku 4 dewletan hêzên xwe ji 4 serbazgehan li Iraqê vekişandin û amajeyî wê yekê jî kir ku ligorî xişteyeke demê hêzên bîyanî di çend rojên bê da yê ji çend serbazgehên din li Iraqê jî vekişin.

Tehsîn Xefacî Berdevkê Fermandetîya Operasyonên Hevpar di daxûyanîyekê de got: Hêzên Amerîka, Fransa, Beljîk û Almanê wek pişikdarên Hevalbendîya Navnetewî ya dijî DAIŞ’ê ji 4 serbazgehên Amerîkayê li Iraqê vekişîyane.