Nîsan 02, 2020 18:04 Asia/Tehran
  • Endamê komîta ewlehî û berevaniya Iraqê: Rayedarên emerîkî bi besiyan re civiyan

Endamê komîta ewlehî û berevaniyê li parlemana Iraqê eşkere kir hin rayedarên emerîkî li welatên cîranê Iraqê bi rêberên partiya jinavçûyî ya beisê re civiyan.

Kerîm El-Muhemedavî, Endamê komîta ewlehî û berevaniya Iraqê îro pêncşemiyê li gotûbêja bi malpera nûçan a El-Mekûmiyê re bal kişand ser vê yekê ku hin welatên cîranê Kendava Farsê bi taybet Erebistana Siûdî got ku ew tim bi hemî  hêza xwe piştgiriya partiya Bes û rêberên wê dikin da ku li hember zirûf û şiyanên Iraqê pirsgirêk û berbendan çê bikin. 

 El-Hemîdawî destnîşan kir: Emerîka li balyozxana xwe li hin welatên cîran civînên berdewam û li dû hev bi partiya têkçûyî ya Besê li dar xistin. 

Endamê komîta ewlehî û berevaniya Iraqê teqeze kir her welatê ku piştgiriya partiya sûçkar a Beisê bike bêyî tu îstisnayekê dijminê hemî teşkîlatên buneghîn ên Iraqê ye. 

 Paşmayiyên partiya têkçûyî ya Beisê li nearamiyên Iraqê bi taybet li nav şîdetên Yekê Cotmeha 2019an bi şûn de dest hebûne. Iraqî partiya Beis û DAIŞê weke du rûyê sikeyekê dizanin.