Nîsan 02, 2020 15:44 Asia/Tehran
  • Serleşkir Baqirî: Her kiryara li dijî Îranê dê rastî bertekekên giran were

Serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê bal kişand ser liv û tevgerên eskerî yên Emerîkayê li Iraq û Kendava Farsê û got: Ger emerîkî her cure fikreke şaş an nêta xirab li bara ewlehiya Îranê hebin, dê rastî beretakên cidî û qahêm a Îranê werin.

Serleşkir Muhemed Baqirî, serokê Erkantiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê roja pêncşemiyê got: Komara Îslamî ya Îranê û sîstema berevaniya Îranê bi hişyariya tam û tekûz, çavdêriya sînorên bejahî, esmanî û deryayî dikin û hemî wan liv û tevegran dişopînin. 

Serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê destnîşan kir:Medya ser bi emerîkiyan bi awayekî berfireh li  halê şantaja  li  dijî hêzên berxwedanê li Iraqê û Heşda Şebî ne.

 Sereşkir Baqirî teqez kir: Emerîkî baş dizanin ku xelkê navçê ji wan gelê Iraqê dijberê mayîna eskerên wan di van welatan de ne. 

 Li dû liv û tevgerên nezelal ên Emerîkayê li guhestina hêzên xwe li Iraqê û her wiha raporên ser hewldana Waşengrtonê bona êrişa ser hin komên Berxwedana Îslamî û Heşda Şebî, hin dilgiranî li Iraqê bi taybet li bara kiryarên neqanûnî yên Emerîkayê çîbûne.