Nîsan 01, 2020 16:38 Asia/Tehran
  • Pentagonê bicihkirina sîtema mûşekî ya Pateryotê li Iraqê piştrast kir

Berdevkê Wezareta Berevanîya Amerîkayê idia kir ku mertala mûşekî ya Pateryotê jibo parastina ewlehîya Iraqê û herwiha hêzên hevalbendîya Navnetewî û leşekrên amerîkî li wî welatî hatîye bicihkirinê.

Şan Robêrtson Berdevkê Wezareta Berevanîya Amerîkayê bicihkirina sîtema mûşekî ya Pateryotê li Iraqê piştrast kir û idia kir ku ew mertala jibo parastina ewlehîya Iraqê û herwiha hêzên hevalbendîya Navnetewî û leşekrên amerîkî li wî welatî hatîye bicihkirinê.

Wî herwiha idia kir: ‘’ Amerîkayê mertala mûşekî ya Pateryotê bi armanca parastina ewlehîya Iraqê û herwiha parastina hêzên amerîkî ji êrişên hewayî yên ku em çaverêyê wan in li wî welatî bicih kirîye. Armanca din a me parastina navendên leşkerî yên hêzên hevalbendîyê ne.’’

Şan Robêrtson herwiha idia kir: ‘’ Xala sereke eva ye ku di encama êrişên bi rokêtan ên vê dawîyê de hejmarek hêzên hevalbendîyê hatin kuştinê.’’

Berdevkê Pentagonê herwiha got: ‘’Em dê şandina mertalên berevanîyê bo Iraqê bidomînin lê, em nikarin hûrgilîyên wê yekê ji ber hegerên emnî raber bikin.’’