Çile 19, 2020 16:35 Asia/Tehran
  • Berhem Salih jibo dîyarkirina berbijarê posta Serokwezîrtîyê yê digel hevalbendîyên sîyasî bicive

Biryar e ku Serokomarê Iraqê Berhem Salih jibo dîyarkirina berbijarê posta Serokwezîrtîyê digel hevalbendîyên sîyasî bicive.

Mihemed Xalidî endamê Parlimana Iraqê di civîneke çapemenîyê de ragihand: Meseleya kivşkirina berbijarê posta Serowkezîrtîyê hela jî cî da maye ş ti pêşketinek têda pêk nehatîye.

Wî herwiha got: Biryar e ku Serokomarê Iraqê Berhem Salih jibo dîyarkirina berbijarê posta Serokwezîrtîyê digel hevalbendîyên sîyasî bicive. 

Piştî qebûlnekirina navê hejmareke berbijarên posta Serokwezîrtîyê, ji nika ve gotegota dubaredayîna dengê pêbawerîyê bo Adil Ebdulmehdî heye lê, Hevalbendîyên Feth û Nesrê vê yekê ret dikin. 

Ji hêla din ve di çend rojên buhurî de xwenîşanderên iraqî li çend kolanan wêneyên Adil Ebdulmehdî bilind kirin û daxwaza dayîna dengê pêbawerîyê bo wî kirin. 

Hevalbendîya Fethê jî ragihand ku di rojên bê de yê 3 navên din jibo berbijarîya posta Serokwezîrtîyê raber bike.