Çile 18, 2020 18:32 Asia/Tehran
  •  Venihêrîna Iraqê li bara peywendiyên ewlehiyê bi Emerîkayê re

Berdevkê fermandê giştî yê Hêzên çekdar ên Iraqê li bara venihêrîna li peywendiyên ewlehiyê bi Emerîkayê re agahî da.

Ebdulkerîm Xelef, berdevkê Fermandê giştî yê Hêzên çekdar ên Iraqê îro şemiyê bal kişand ser vê yekê ku dewleta Iraqê li vê barê li halê şêwirîna bi Emerîkayê re ye û got: Armanca dewletê ji van muzakiran, parastina berjewendî û serweriya Iraqê di her rewşekê de ye. 

 Wî her wiha got: Yek ji meselên hilêxistî li van muzakiran têkildarî mayîna hêzên NATO`yê li Iraqê û şerta dewama mayîna  eskerên emerîkî li vî welatî li çarçoveya hêzên NATO`yê ye. 

Berdevkê Fermandê giştî yê Hêzên çekdar ên Iraqê duh got: Emerîka bi binpêkirina hemî qayîde û qirarên navdewletî û destdirêjiya ser axa Iraqê, viyana  iraqiyan bo derxistina eskerên biyanî ji hemî axa vî welatî ji wan Herêma Kurdistanê cidîtir kir.