Çile 18, 2020 17:46 Asia/Tehran
  • Bertêlxwestina Trump ji Iraqê

Donald Trump piştî pêşnumaya parlemana Iraqê derheq derxistian eskerên Emerîkayê ji welatê hanê, daxwaza wergirtina 35 milyar dolarî ji Bexdayê kiriye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Donald Trump serokkomarê Emerîkayê hişyarî da ger eskerên Emerîkayê neçar bibin ji Iraqê derkevin, Bexda divê xerca sermayedanînên Emerîkayê li Iraqê bide an ku hema wisa îzna mayîna li vî welatî bide Waşengtonê. 

 Trump her wiha bêyî ku bala xwe bide ser cinayetên li du dehekan ên Emerîkayê li Iraqê ku bû sedema kuştina bi sedan hezar welatiyên vî welatî, gef xwar ku ger eskerên Emerîkayê derkevin, dê boykotên giran li dijî vî welatî cih bîne.

Ji ber terorkirina serdar Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis û bûyerên vê dawiyê, Parlemana Iraqê, plana derxistina eskerên emerîkî ji axa Iraqê pejrand.

 Nunerên parlemana Iraqê her wiha daxwaza raberkirina şikata fermî bo NY û konseya Ewlehiyê li dijî Emerîkayê ji ber kiryara terorîstî ya Waşengtonê li şehîdkirina serdar Qasim Sulêymanî kirin. 

Serdar sipehbud Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî sibeya roja Înê 3ê Çileya 2020an ku ser vexwendina fermî ya rayedarên Iraqê çûbû vî welatî, li gel Ebûmehdî Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebiya Iraqê û 8 kesên din li nêzîkiya Bexdayê ketin ber êrişa hewayî ya artêşa terorîst û dagîrker a Amerîkayê û şehîd bûn.