Çile 18, 2020 17:01 Asia/Tehran
  • Derketina Emerîkayê ji rêketina navokî, hokara aloziyê li navçê

Wezîrê derve yê Iraqê, derketina Emerîkayê ji rêketina navokî hokara aloziyên vê dawiyê li navça rojava Asiyayê da zanîn.

Muhemed Elî Hekîm, wezîrê derve yê Iraqê li civîna hevpar a rojnamevaniyê, tev Îmên Sefdî, hevtayê xwe yê urdinî re li Bexdayê her wiha ser pêwîstiya piştgiriya ji hewldanên Iraqê bona rawestana li ber terorîzmê teqez kir û got: Rawestana li ber terorîzmê mesela Iraqê nîne belkî meseleyeka navdewletî û navçeyî ye.

Wî got: Her cure aloziya li navçê dê qaweta terorîstan zêde bike. 

 Îmên Sefdî wezîrê derve yê Urdinê jî li vê civîna rojnamevaniyê ser pêwîstiya hewldana giştalî bo kêmkirina aloziyan û parastina aramiyê li navçê teqez kir û got: Navçê tu hevcetî bi şêr an pevçûnên nû tine. 

Wezîrê derve yê Urdinê îro di sefereka fermî gihêşt Bexdaya paytexta Iraqê.

Biryar e Îmên Sefdî bi Berhem Salih serokkomar, Adil Ebdulmehdî serokwezîrê karrêkxer û Muhemed El-Helbûsî serokê parlemana  Iarqê re jî hevdîtin û gotûbêjê bike.