Çile 18, 2020 16:10 Asia/Tehran
  • Keşf û zewtkirina çek û sîlehên tekfîriyan ji aliyê artêşa Iraqê va

Hêzên artêşa Iraqê gelek çek û sîlehên terorîstên tekfîrî li parêzgehên Enbartê keşf û zewt kirin.

  Li gorî rapora Somiriye Newsê, hêzên artêşa Iraqê li encama êrişa ser hin meqerên terorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Enbarê xêncî peydakirina gelek çek û sîlehan tekfîriyekî ber şopandinê nas kirin û desteser kirin. 

 Hêzên artêşa Iraqê vê dawiyê meqerên paşmayiyên tekfîriyên DAIŞ`ê li cihên curbicur ji wan Neynewa û bakurê Bexdayê dane ber êrişan. 

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê her wiha li bara girtina Nizar El-Neme, berpirsê beşa ewlehiyê ya DAIŞ`ê li parêzgeha Neynewayê agahî dan. 

 Hêzên ewlehiyê yên Iraqê Pêncşemiya buhurî jî Şefa El-Neme birayrê Nizar El-Neme li rojhilata Mûsilê girtibûn. 

 Li gorî vê raporê, Şifa El-Neme ji serkirdeyên DAIŞ`ê û berpirsê dayîna fitwayên têkildarî îdamkirina hejmarek ji alim û kesayetiyên olî yên Iraqê ye. Ew her wiha tawanbar bûye ku li teqîna mizgevta Yûnis El-Nebî li Mûsilê li destpêka serdestiya DAIŞ`ê ser vî bajarî li sala 2014`an dest hebûye.