Berhem Salih pêgirî ser sekinîna himberî fitnekarîya dijminên Iraqê kir
Kanûn 10, 2019 17:44 Asia/Tehran
Serokomarê Iraqê ji hêzên ewlehîyê û xwenîşanderan xwest ku nehêlin dijmin bi rêya kirêgirtî û xirabkaran serketinnê wî welatî sist û reş bikin.
Berhem Salih Serokomarê Iraqê îro di salaroja ragihandina serketina wî welatî himberî DAIŞ`ê de amajeyî helwestên hertimî û di demê de yên Ayetullah Sîstanî Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Şîeyên Iraqê û fidakarîyên hêzên Artêş, Polîs, Heşdi Şeibî û Pêşmerge kir û got: Ciwanên iraqî roja îro qonaxeke nû ya dîroka vî welatî li meydanên nerazîbûna biaştî dinivîsin.
Serokomarê Iraqê herwiha ji hemî fraksyonên sîyasî xwest ku têkildarî bijartina Serokwezîr û pêkanîna kabîna nû, anegorî destûra bingehîn lihev bikin.