Kanûn 10, 2019 16:47 Asia/Tehran
  • Helbûsî: Divê pêşîya komployên dijî hêzên emnî yên Iraqê bê girtinê

Serokê Parlemana Iraqê pêgirî kir ku divê pêşîya hemî hewildanên jibo lawazkirina pêbawerîya welatîyan derheq hêzên ewlehîyê di rewşa nika ya Iraqê de bê girtinê.

Mihemed Helbûsî Serokê Parlemana Iraqê îro bi boneya salroja ragihandina serketina Iraqê himberî koma têrorîst a DAIŞ`ê got: Ez vê roja serketinê li gelê Iraqê pîroz dikim çinku, gel û têkoşeran bi hev ra têkoşîn meşandin û wan weke nunerê hemî cîhanê şerekî giran himberî sîstema tundrêtî û têrorîsma DAIŞ`ê kirin.

Serokê Parlemana Iraqê pêgirî ser pêwîstîya parastina destkevta serketina himberî DAIŞ`ê bi rêka domandina hevkarîya welatîyan û hêzên emnî kir.

Helbûsî pêgirî ser girîngîya vegera hemî awareyên Nêynewayê û gundên wê û awareyên Kerkûk, Dîyalî, Selahedîn, Cirf ul Sexirê û deverên rojavaya Al Anbarê bo mal û milkê xwe kir û got: Divê hemî berbendên ser rêya vegera gel bo ser mal û milkê xwe û girêdana dosîya awareyan bên rakirinê çinku, bi vegera awareyan û kivşbûna çarenûsa bêseruşûnbûyîyan û dayîna xeramê bo malbatên wan û herwiha malbatên şehîd û birîndarên şerê himberî têrorîsmê, serketin dê tevav û tekoz bibe.