Hevalbendîya Sairûnê ji ber destwerdana Amerîakyê di karên Iraqê de rexne kir
Hevalbendîya Sairûnê li Parlimana Iraqê ji ber destwerdana Amerîkayê di kar û meseleyên navxweyî yên wî welatî da rexne kir.
Nebîl Terfî Serokê Fraksyona Sairûnê li Parlimana Iraqê got ku destwerdana Amerîakyê di pêkanîna kabîna nû de nayê qebûlkirinê û dîyar kir ku Iraqê hewcetî bi destwerdana bîyanîyan tineye û yê himberî her destwerdana dijminane ya Amerîkayê di her warekî de biseine.
Tevgera Esaib Ehli Heq a Iraqê jî welatên Imarat û Erebistan bi hegera pişikdarîya di kuştina gelê Iraqê û destwerdanên wan di karên navxweyî yên wî welatî de hişyar kirin.
Wezareta karên Derve ya Iraqê jî duh ji bo nîşandana nerizamendiya xwe himberî daxuyaniya hevpar a dîplomatên Ingilîs, Fransa û Almanyayê, ragihand ku daxuyaniya sefîr û kardarên welatên hanê yên li Bexdayê ku piştî hevdîtina bi serokwezîrê îstîfakirî yê Iraqê Adil Ebdulmehdî re hatibû weşandin mudaxileya eşkera di karûbarên Iraqê de û binpêkirina pêwendiyên dîplomatîk tê hesabê.
Wezareta karên derve ya Iraqê herwiha ragihand: Daxuyaniya her sê welatên hanê bêyî hevahengiya bi Wezareta Karên Derve ya Iraqê re hatiye weşandin.
Sefîrên Ingilîs, Fransa û kardarê Almanyayê di daxuyaniya xwe de ji Adil Ebdulmehdî xwestibûn ewlehiya xwenîşanderan dabîn bike û li bara kuştina xwenîşanderan lêkolînên pêwîst cih werin û kesên ku berpirsê van kuştinan in, werin sizakirin.