Kanûn 10, 2019 13:07 Asia/Tehran
  • Paqijkirina 52 gundên Kerkukê ji terorîstên DAIŞê û peydakirina 3 mûşekên vê komê li başûra Kerkûkê

Polîsê Fedral a Iraqê ragihand ku hêzên vî welatî 52 gundên Kerkukê ji terorîstên DAIŞê paqij kirin û 3 mûşekên Katiyuşayê yên vê komê li başûra Kerkûkê dîtin û çendîn terorîst jî girtin.

Li gor Fars Newsê, Hêzên Iraqê duh çend terorîstên DAIŞê li şaristana Huweycê ya başûrê Kerkûkê girtin û hevdemê vê yekê jî çend mûşekên wan ên Katiyuşayê jî dîtin.

Polîsê Fedral a Iraqê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku leşkerê sêyem  Polîsê Fedral û rêxistinên leşkerî yên ser bi wê roja yekşemê di çarçova operasiyona heftem a "Viyana serketinê" hewldana paqijkirina dever û gundên parêzgeha Kerkûkê û şaristana Huweycê ji wicûda terorîstan despê kiriye.

Polîsê Fedral got di encama vê operasiyonê de heya niha  52 gundên Kerkukê ji terorîstên DAIŞê paqij kirine û 3 mûşekên Katiyuşayê û 111 bombe jî dîtin û dest danîn ser wan.