Kanûn 10, 2019 09:52 Asia/Tehran
  • Vexwendina sefîrên Brîtanya, Fransa û kardarê Almanyayê bo Wezareta Derve ya Iraqê

Wezareta karên derve ya Iraqê ban kir sefîrên Brîtanya, Fransa û kardarê Almanyayê bo vê wezaretxanê.

Li gor IRIB Newsê, Wezareta karên derve ya Iraqê duh ji bo nîşandana nerizamendiya xwe derheq daxuyaniya hevpar a dîplomatên Brîtanya, Fransa û Almanyayê nîşan bide, ragihand ku daxuyaniya sefîr û kardarên welatên hanê yên li Bexdayê ku piştî hevdîtina bi serokwezîrê îstîfakirî yê Iraqê Adil Ebdulmehdî hatibû weşandin mudaxileya eşkera li karûbarên Iraqê û binpêkirina pêwendiyên dîplomatîk tê hesabê.

Wezareta karên derve ya Iraqê herwiha ragihand: Daxuyaniya sê welatên hanê bêyî hevahengiya bi wezareta derve ya Iraqê hatiye weşandin.

Wezareta derve ya Iraqê herwiha sefîrê Kanadayê jî ban kir vê wezaretxanê.

Sefîrên Brîtanya, Fransa û kardarê Almanyayê li daxuyaniya xwe de ji Adil Ebdulmehdî xwestibûn ewlehiya xwenîşanderan dabîn bike û li bara kuştina xwenîşanderan lêkolînên pêwîst cih werin û kesên ku berpirsê van kuştinan werin sizakirin.