Kanûn 08, 2019 16:03 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê û Şandîya Taybet a NY liser kivşkirina berbijarê Serokwezîrtîyê civîyan

Serokomarê Iraqê û Şandîya Taybet a Sêkrêtêrê NY derbarê destûra hilbijartinan û kivşkirina berbijarê Serokwezîrtîya Iraqê de gotûbêj kirin.

Berhem Salih Serokomarê Iraqê û Cênîn Bilasxart Şandîya Taybet a Sêkrêtêrê NY di civînekê de bilî hilkolandina destûra hilbijartinan, kivşkirina berbijarê Serokwezîrtîya Iraqê, rewşa nika û xwenîşandanên li Iraqê, pêgirî kirin ku welatîyuan mafê xwenîşandana medenî hene û divê hêzên emnî jî jibo parastina xwenîşanderan kar bikin.

Her du alîyan di pişkeke civîna xwe da pêgirî kirin; ew çekdarên ku roja Înîyê xwenîşander dane ber gulleyan, divê bên girtin û muhakimekirinê. 

Berhem Salih Serokomarê Iraqê û Cênîn Bilasxart Şandîya Taybet a Sêkrêtêrê NY di vê civînê de têkildarî rewşa sîyasî ya Iraqê pêgirî kirin ku divê hewil bê dayînê zûka destûra hilbijartinan bi mebesta lidarxistina hilbijartineke şefaf û pak were pesendkirinê û berbijarê posta Serokwezîrtîya Iraqê were kivşkirinê.