Êrişa ser bargeha leşkerên Amerîkayê li Iraqê
Kanûn 04, 2019 15:17 Asia/Tehran
Bargeha leşkerên terorîst ên Amerîkayê li Iraqê bû hedefa 5 roketan.
Kanala Sumeriya Newsê ya Iraqê diyar kir ku navenda ragihandinê ya erkantiya hevpar a Artêşa vî welatî di raporekê de eşkera kir ku pênc roket duh li bargeha leşkerî ya Amerîkayê ya Eyn El-Esed li parêzgeha Enbarê ya rojavaya Iraqê ketin.
Hîn ti kes an ti komekê berpirsatiya vê êrişê negirtiye sikura xwe.
Bargeha leşkerî ya Eyn El-Esed, bargeha herî girîng a amerîkiyan li Iraqê ye.
Piraniya gelê Iraqê û komên vî welatî li dijî mayîna leşkerên amerîkî li welatê xwe ne û hebûna wan li Iraqê sebeba sereke ya bê ewlehiyan li welatê xwe dizanin.