Kanûn 03, 2019 18:37 Asia/Tehran
  • Heşda şeibî êrîşa ser Nênewayê têk şikand

Hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê êrîşa têrorîstên DAIŞê ser navçeyeka Mûsilê, têk şikandin.

Li gorî rapora IRNAyê, Hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêêzn Tîpa 44 a ser bi Fermandetiya Operasiyona Nêynewayê Duşemiyê bi şev rê li ber êrîşa endamên DAIŞê ser şaristana Hezerê li başûrê Mûsilê girtin.

Hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê beriya vêya di Nîsana 2017an da karîbûn şaristana Hezerê ji bin dagîrkeriya DAIŞê rizgar bikin.

Bermahiyên DAIŞê yekşemiya bihurî jî li parêzgeha Diyaliyê operasiyoneka têrorîstî cih anîn ku 6 Hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê di vê êrîşê da şehîd bûn.

Heşda şeibî roja bihurî anku Duşemiyê hişyarî da ku bermahîiyên DAIŞê dil hene vê komê li Iraqê vejînin.