Mijdar 12, 2019 09:43 Asia/Tehran
  • Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê: Xerabkariyan ti pêwendiya xwe bi xwenîşanderan tine

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê Ebdulkerîm Xelef got: Xwenîşandana xelkê Iraqê bi aştî û aram e û her operasiyoneke xirbkariyê û şewitandinê ti pêwendiya xwe bi xwenîşanderan re tine.

Li gor televîziyona Al-Iraqiya, seleşker Ebdulkerîm Xelef duh di press konferansa xwe de got: Hin kesan li nearamiyên vê dawiyê yên li Iraqê bi bikaranîna gullên cengê li dijî gelê Iraqê cinayet kirine.

serleşker Ebdulkerîm Xelef herwiha got ku hêzên çekdar hin belge bi dest xistine ku hin komên xerabkariyê li avahiya restoranekê de mijûlî çêkirina madên teqandinê bûne ji bo ku wan li nav xwenîşanderan bikar bînin.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê desnîşan kir ku mirovên xirabkar û yên ku agir û şewitandinê bi rê têxin li Bexdayê hatine naskirin û got:  Ew ê li gor hikmê dadgehê werin girtin û her tehrîkek ji bo xirabkariyê wek sûç tê zanîn. Wî herwiha got karên xirabkariyê li xwenîşandanan ti pêwendiya xwe bi xwenîşanderan tine .