Her sê Serokatîyên Iraqê: Em dijî bikaranîna çekan û tundîyê jibo belavkirina xwenîşanderan in
Her sê Serokatîyên Iraqê û Serokê Civata Dadwerîyê civîyan û di daxûyanîyekê piştî civînê da ragihandin ku ew bikaranîna çekan û tundîyê jibo belavkirina xwenîşanderan qebûl nakin.
Îro Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlemana Iraqê digel Serokê Dezgeha Dadwerîyê li Koşoka Selamê li Bexdayê bi merema hilkolandina rewşa emnî û xwenîşandanên li wî welatî civîyan.
Di daxûyanîya piştî civînê de hatîye: Xwenîşandana biaştî ya welatîyên iraqî ligorî isûlên destûr û qanûnê ye û ew xwenîşandan bingeha şoreşa çaksazîyê û sekinîna himberî gendelîyê ne.
Di pişkeek din a wê daxûyanîyê de hatîye: Nabe hêzên ewlehîyê himberî xwenîşanderan bisekinin û hîç rêbazeke emnî jibo bidawîanîna xwenîşandanan nayê qebûlkirinê.
Her Serokan soz dan ku kesên şîdet bikar anîne, li dadgehan werin muhakimekirinê.
Berhem Salih, Adil Ebdulmhedî, Mihemed Helbûsî û Fayiq Zêydan pêgirî kirin ku karê sereke yê wan serrastkirina qanûna hilbijartinên Iraqê bi şêwazekê ye ku bikaribin hilbijartineke pak û şefaf lidar bixin.