Mijdar 10, 2019 16:54 Asia/Tehran
  • Wezîrê niftê yê Iraqê: Tevî xwenîşandanê, berhemanîna niftê kêm nebûye

Wezîrê niftê yê Iraqê raghand: Tevî xwenîşandanê, asta berhemanîn û derfirotina nifta vî welatî qet neguheriye û kêm nebûye.

 Li gorî rapora Reutersê, Samir El-Xezban,wezîrê niftê yê Iraqê îro şemê got: Asta derxistina niftê di rewşeke pir baş de ye û Bexdayê hêza derxistina zêîdetir jî heye lê ser pişka kivşbûyî li Rêxistina welatên derfiroşerê niftê(OPEC) pêbend e. 

 Pêştir Wezareta Niftê ya Iraqê raghandibû ku derkirîna rojane ya nifta vî welatî cardinê gihêştiye sê milyon û 603 hezar bermîlê ku beşa zêde ya wê ji riya bendera Besrayê derbasî nava bazar dibe. 

Li gor nûçeyeke din ji Iraqê,serleşkir Ebdulkerîm Xelef, berdevkê fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê, dengoyên li bara plana hêzên ewlehiyê yên vî welatî bona belavkirina xwenîaşndana gelanî ji riya zordariyê derew da zanîn. 

 Dewra nû ya xwenîaşndana gelanî ya Iraqê ji 25 Cotmehê destpê bû. Neraziyan daxwaza baştirkirina rewşa meaşê û xizmetên civakî û her wiha rawestana cidî li ber gendeliyê dikin.