Cotmeh 09, 2019 12:35 Asia/Tehran
  • Li Iraqê Rewşa Awarte bi dawî hat

Wezareta Berevanîya Iraqê ragihand ku Rewşa Awarte jibo hêzên Artêşê û bi merema asayîkirina rewşê li wî welatî bi dawî hat.

Bi dû istiqrar û ewelhîyê li parêzgehên Iraqê ya piştî çend rojên nearamî û xwenîşandanan Wezareta Berevanîya Iraqê di daxûyanîyekê de rewşa asayî li seranserî welêt ragihnad.

Ji roja Sêşem a hefteya buhurî ve xwenîşandanên bi merema nerazîbûna himberî nebûna xizmetguzarîyên giştî û gendelîya di sazî û dezgehên dewletê de li Bexdayê û çend şarên din destpê bûn.

Ligorî gotina Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê  Serleşker Seid Mein û berdevkên fermî yên Wezaretên Berevanî û Tenduristîyê yên Iraqê bi giştî 104 kes di encama şîdet û gereyê de hatin kuştin ku di nava wan da heşt hêzên ewlehiyê jî hene.

Li gorî ragihandina Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê di van xwenîşandana da 6 hezar û 107 kes ji wan hezar û 241 hêzên ewlehiyê birîndar jî bûn.