Îlon 21, 2019 19:43 Asia/Tehran
  • Amadetiya Berxwedana Îslamî ya Iraqê bo bersivdayîna himberî êrişa muhtemel a Emerîkayê û Rejîma Siyonsît

Alîkarê sekreterê giştî yê Tevgera Nuceba ya Iraqê raghand ku hêzên Berxwedana Îslamî yên vî welatî bi çekên herî pêşketî bo dayîna bersiva li hember êrişa muhtemel a Emerîkayê û Rejîma Siyonîst amade ne.

Nesr El-Şemerî, Alîkarê û berdevkê sekreterê giştî yê Nucebaya Iraqê roja şemiyê li gotûbêja bi Mêhr News`ê re bal kişand ser êrişa vê dawiyê ya  Emerîka û Rejîma Siyonît ser navendên hêzên Heşda Şebî yên Iraqê û got: Heşda Şebî û Berxwedana Îslamî, hegera işkesta DAIŞê û gefa li dijî berjewendiyên Emerîka û Îsraîlê li navçê ne.

Kerîm Elîwî ji rêberên Rêxistina Bedr a Iraqê jî got: Ger destdirêjî ser meqerên Heşda Şebî bê kirin, meqerên Emerîkayê dê ji êrişa Berxwedana  Îslamî ya Iraqê ewleh nebin.

Di heftiyên buhurî de çend caran meqerên hêzên Heşda Şebî li anvçên curbicur ên Iraqê ketin ber êrişan.

 Rêxistina Heşda Şebî ya Iarqê, Emerîka û Rejîma Siyonîst berpirsê van êrişana daye zanîn.