Îlon 20, 2019 13:09 Asia/Tehran
  • Dijayetiya Bexdayê digel tevlîbûna Iraq û Israîlê nav Hevpeymaniya Deryayî ya Amerîkayê

Berdevkê Wezareta karên derve ya Iraqê destnîşan kir ku ev welata bi tu awayî tevlî Hêza Navneteweyî ya jibo Parastina derbasgehên Deryayî li Kendava Farsê nabe û her wiha li dijî beşdariya Israîlê di hêzeke wiha ye,.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê malpera El Meseleyê, Ehmed Sehaf, Berdevkê Wezareta karên derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku welatê wî bi ti awayî dê tevlî Hêza Navneteweyî ya jibo Parastina derbasgehên Deryayî li Kendava Farsê nebe.

Sehaf tevî pêgiriya li ser vêya ku Iraqê li dijî beşdariya Rêjîma Siyonîst di her cûre Hêza Navneteweyî ya jibo Parastina derbasgehên Deryayî li Kendava Farsê da ye, got ku li gorî bawera welatê wî, berpirsiyariya parastina Kendava Farsl li ser ustiyê welatên derdora wê ye.

Hêjayî gotinê ye ku li pey ragihandina biryara Amerîkayê ya damezirandina hevpeymaniyeke deryayî bi mehneya dabînkirina ewlehiya gemîvaniyê li Kendava Farsê, Deryaya Omanê, Tengava Hormuzê û Tengava bab El Mendebê, Yisraîl Kats, Wezîrê karên derve yê Rêjîma Siyonîst destnîşan kir ku dê di vê hevpeymaniya deryayî nemaze di hin warên diyarkirî ji wan di warê istixbaratî da beşdar bibe.

Ev di rewşekê da ye ku destpêkê Erebistanê û piştre Imaratê jî qala biryara xwe ya jibo tevlîbûna hevpeymaniya navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê jibo dabînkirina derbasgehên deryayî û parastina gemîvaniya azad kirin.