Îlon 19, 2019 17:19 Asia/Tehran
  • Adil Ebdulmehdî: Iraq amûrek jibo êrîşa ser welatên cînar nîne

Serokwezîrê Iraqê bi gotina vêya ku welatê wî jibo pêşîlêgirtina ji qewimîna şêrr li navçeyê hewil dide, careka din destnîşan kir ku Iraq amûrek jibo êrîşa ser wealtên cînar nîne.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji zar El Iraqiyê, Serokwezîrê Iraqê, Adil Ebdulmehdî Çarşemiyê bi şev di gotûbêja bi nûçegihanan ra tevî amajeya bi vêya ku êrîşên vê dawiyê li ser binkeyên niftê yên Aramkoya Erebistanê berovajiya hin gotegotan ji nav axa Iraqê nebûye, got: Eger şerek li navçeyê biqewime, dê tu aliyek ewleh nemîne.

Ebdulmehdî derbarê êrîşên vê dawiyê li dijî hêzên Heşda Şeibiyê got: Ne tenê hin welatan belkî dijminên wekî Rêjîma Siyonîst û rêxistina Munafiqînê û dijminên pergala Iraqê di êrîşa ser Heşda şeibî xudan berjewendî ne.

Rêjîma Siyonîst piştî serketinên Heşda Şeibî di şerê dijî komên têrorîst li navçeyê, hewildanên xwe jibo zêdekirina zexta ser vê saziyê zêde kiriye û di hefteyên dawî da çend caran baregehên Heşda Şeibiyê dane ber êrîşê.

Di vî halî da, li pey êrîşên tolhildanê yên roja şemiyê yên artêşa Yemenê ser binkeyên petrolê yên Aramkoya Erebistanê, hin medyayên siyonîst û erebî jibo hilêxistina tawanan dijî Berxwedana Iraqê angaşt kirin ku ev êrîş ji bakurê Iraqê bûne.

Lê dewleta Iraqê bi tundî ev îdia derew zanîne.