Serokê parlemana Iraqê gihêşt Hewlêrê
Serokê parlemana Iraqê, bona gotûbêja bi rayedarên Herêma Kurdistanê re gihêşt balefirgeha bajarê Hewlêrê û ji aliyê serokê parlemana Kurdistanê va hat pêşewzaîkirin.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê televîzyona Rûdawê, îro Muhemed El-Helbûsî serokê parlemana Iraqê bi pêşewaziya fermî ya Rêwas Fayiq serokê parlemana Kurdistanê, gihêşt Hewlêrê.
Sefera Helbûsî bo Herêma Kurdistanê rojekê piştî sefera Berhem Salih serokkomarê Iraqê bo Hewlêrê û bi armanca gotûbêja bi rayedarên kurd re li bara bûdca sala 2020`an a Iraqê cih hatiye.
Pêştir Cemal koçer nunerê kurd ê parelmana Iraqê û endamê komîta amadekirina reşnivîsa bûdca 2020`an a Iraqê raghandibû. Serokê parlemana nuneran li sefera Herêma Kurdistanê dê pêşniyarekê bona çareserkirina pirsgirêkên navbera her du aliyan li behsa bûdcê raber bike.
Rêberên Herêma Kurdistanê li hevdîtin û gotûbêja bi Berhem Salih re ser dewama gotûbêj û hewldana bo çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re li çarçoveya qanûna bingehîn a Iraqê, teqez kirin.