Îlon 10, 2019 19:02 Asia/Tehran
  • Iraq dijî daxwaza Amerîkayê ya kêmkirina kirrîna gaza Îranê derket

Wezîrê Ceryanê yê Iraqê derbarê zexta Amerîkayê ser Bexdayê jibo kêmkirina kirrîna gaza Îranê de pêgirî kir ku Bexda kirrîna gaza Îranê didomîne.

Wezîrê Ceryanê yê Iraqê Liwî Xetîb îro li rex Kongira Cîhanî ya Ênêrjîyê li şarê Abû Zebîyê got: Heke Bexda gaza Îranê nekirre dê pêrgî pirsgirêkê bibe.

Wî herwiha got: Iraqê bi hemî welatan re peywendîyeke hevseng heye û divê welatên din rêzê li wê yekê bigirin.

Rayedarên amerîkî di mehên buhurî de çend caran xwestine ku Iraq gaz û ceryanê ji Îranê nekirre.

Rayedarên iraqî jî ragihandine ku boykotên yekalî yên Amerîkayê dijî Îranê berçav nagirin.