Tebax 12, 2019 17:53 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Bexda dijî pişkdarîya Rêjîma Sîyonîst di Hevalbendîya Deryayî ya Amerîkayê da ye

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê wek berteka himberî ihtimala pişkdarîya Rêjîma Sîyonîst di Hevalbendîya Leşkerî ya Amerîkayê li Kendava Farsê de pêgirî kir: "Bexda dijî pişkdarîya Rêjîma Sîyonîst di wê Hevalbendîya Deryayî da ye."

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mihemed Elî Hekîm îro li Twitterê nivîsî: "Bicihbûna hêzên welatên rojavayî li herêmê, sedema zêdebûna gêreyan e."

Hekîm pêgirî kir: "Iraq dixwaze gêreya li navçê bi rêka gotûbêjê were kêmkirinê."

Wezîrê Karên Derve yê Rêjîma Sîyonîst Israyîl Katz got: "Israyîl yê di Hevalbendîya Leşkerî ya Amerîkayê li Kendava Farsê de pişkdar bibe."

Amerîkayê di mehên vê dawîyê dawîyê de bi merema girankirina zexta ser Îranê, hêzên xwe li Kendava Farsê zêde kirine û digel hevpeymanên xwe ji wan Ingilîsê kiryarên handêr dike.

Amerîkîyan di vê çarçovê de ragihandine ku bi dû pêkanîna hevalbendîyeke leşekrî li Kendava Farsê ne.