Adil Ebdulmehdî: Heşda Şebî bo civaka Iraqê rasitiyek e ku nayê haşakirin
Tîrmeh 23, 2019 16:39 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku Heşda Şebî bo civaka Iraqê rasitiyek e ku nayê haşakirin.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Mêhr News`ê, Adil Ebdulmehdî,serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: Heşda Şebî dê bibe komeka serbixwe li nav pêkhateya hêzên çekdar û dê tevlî hêzên eskerî nebe.
Serokwezîrê Iraqê û fermandê giştî yê Hêzên çekdar yên vî welatî, Tîrmeha buhurî bi dayîna fermana 10 xalî ser organzîekirin û pêwîstiya peywendiya fermî Heşda Şebî bi fermandetiya giştî ya hêzên çekdar teqez kir.
Komên berxwedanê ji wan Heşda Şebî, roleka bingehîn bona rawestana li ber komplo û kiryarên bereya emerîkî-siyonîstî-siûdî li navçê hene.