Paşdevekişyana nişkêvayî ya hevalbendiya emerîkî ji meqera El-Retbeya Iraqê
Rayedarekî iraqî raghand ku hêzên hevalbendiya bi serkirdetiya Emerîkayê bi awayekî nişkêvayî ji meqera El-Retbeyê li rojava Iraqê paşde vekişyan.
Li gorî rapora IRNA`yê, Selîm El-Kerbolî, endamê konseya bajêra Enbarê Yekşemiyê şevê got: "Serokê komîta ewlehiyê ya konseya xwecihî ya bajarê El-Retbeyê li rapora xwe li bara derketina hêzên hevalbendiyê û henga taktîkî ya bicihbûyî li vê meqerê agahî daye.
El-Kerbolî got ku haje hegera paşdevekişyana eskerên emerîkî ji meqera El-Retbeyê tine û ji fermandê giştî yê hêzên çekdar û berpirsên dosiya ewlehiyê ya operasyona hevpar a Iraqê xwest ku bona girtina pêşiya her cure qelişta ewlehiyê, hêzên bicihbûyî li vê meqerê xurt bikin.
Emerîka û çend welatên hevpeymanê wê ji Tebaxa 2014`an va bi mehna rawestana li ber koma terorîstî ya DAIŞ`ê, derveyî çarçoveya NY û bêyî hewahengiya bi dewletên Sûriyê û Iraqê, hevalbendiyeke qaşo navneteweyî pêk anîne.