Tîrmeh 22, 2019 07:50 Asia/Tehran
  • Şopa Rêjîma Siyonîst di êrîşa vê dawiyê ya ser baregehên Heşda Şeibî li Iraqê

Çavkaniyên agah ên ewlehiyê bi aşkirakirina hûrgilliyên êrîşa vê dawiyê li ser baregehên leşkerî yên Heşda Şeibî (Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê) li parêzgeha Selahedînê, qala hebûna destê Rêjîma Siyonîst di vê êrîşê da kirin.

Firokeyeka nenas a bêfirokevan sibeha Îniya bihurî leşkergeha Şuheda ya ser bi Heşda Şeibî li navçeya Amirliyê li rojhilata parêzgeha Selahedînê da ber êrîşê ku di vê êrîşê da kesek hat kuştin û du kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên agah ên ewlehiyê roja Yekşemiyê di hevpeyivîna digel malpera El Ehdê da ragihandin ku ev baregeh bi bikaranîna sê kumikên cengî ji cûreya firokeya bêfirokevan a "Harop" ketine ber êrîşê ku ji aliyê Israîlê va tên çêkirin.

Ev çek ku dikare ji riya dûr ve were kontrolkirin, di nava firokeyeka bêpîlot da tê bicîkirin û bi lêketina li armancê, diteqe.

Li gorî vê raporê, Firokeya bêpîlot a "Harop"ê li Rojavaya Asyayê tenê di destê Rêjîma Siyonîst da ye.