Serokê Parlimana Iraqê êrişa ser karmendên Konsolxana Tirkîyê şermezar kir
Serokê Parlimana Iraqê şermezarkirina tund a êrişa ser karmendên Konsolxana Tirkîyê li Hewlêrê, xwest ku tivdîrên ewlehîyê yên taybet bo parastina desteyên dîplomatîk bên xurtkirinê.
Ligorî rapora Malpera Nûçan a Al Malumê, Serokê Parlimana Iraqê Mihemed Helbûsî di daxûyanîyekê de êrişa ser karmendên Konsolxana Tirkîyê li Hewlêrê bi tundî şermezar kir û sersaxî da gel û dewleta Tirkîyê nemaze malbatên gorîyên bûyerê û ji birîndaran jî şifaya lezgîn xwest.
Di daxûyanîya Serokê Parlimana Iraqê de hatîye: Bûyera êrişa li Hewlêrê, ewlehî û serwerîya welatê wî û istiqrara Herêma Kurdistanê kirîye armanc û ji sazîyên ewlehîyê yên Herêma Kurdistanê û dewleta fêdêral xwest ku êrişkeran bişopînin, bigirin û cezayê bidin an.
Helbûsî di dawîya daxûyanîya xwe da jî xwest ku tivdîrên ewlehîyê yên taybet bo parastina desteyên dîplomatîk bên xurtkirinê.