Wezîrê Dadwerîya Iraqê: "Bila liyêkgiheştinamên Îran û Iraqê di warê dadwerîyê da bên cihanînê"
Tîrmeh 17, 2019 19:51 Asia/Tehran
Wezîrê Dadwerîyê yê Iraqê xwest ku liyêkgiheştinamên Îran û Iraqê di warên cezayî, medenî û radestkirina sûckaran de bên cihanînê.
Wezîrê Dadwerîyê yê Iraqê, Farûq Emîn Osman Şivanî îro di hevdîtina digel Balyozê Îranê li Bexdayê Îrec Mescêdî de got ku peywendîyên Bexda û Têhranê di rewşa herîbaş da ne û divê Wezaretxaneyên Dadwerîyê yên Îran û Iraqê hevkarîyên xwe berfiretir bikin.
Balyozê Îranê li Bexdayê jî di wê hevdîtinê de pêgirî ser çalakirina liyêkgiheştinamên her du welatan ên di warê dadwerîyê de kir û Wezîrê Dadwerîya Iraqê gazî Îranê kir.