Tîrmeh 17, 2019 18:35 Asia/Tehran
  • Plana Amerîkayê jibo lawazkirina sazîyên leşkerî yên Iraqê

Parlimanterê Fraksyona Saêrûnê li Parlimana Iraqê got: "Amerîka bi rêya Balyozxana vî welatî li Bexdayê, sazî û dezgehên leşkerî û ewlehîyê yên Iraqê lawaz dike".

Ligorî rapora malpera nûçan a Al Malumê, Parlimanterê Fraksyona Saêrûnê li Parlimana Iraqê Rîyaz Mesûdî ji ber rola nerênî ya Balyozxana Amerîkayê li bexdayê rexne kir û got: "Amerîkayê bi girtina pêşîya teyarkirina Artêş û Polîsên Iraqê bi saya çekên pêşketî, dil heye sazîyên iraqî lawaz bike".

Wî amajeyî sîyaseta Waşîngtonê ya sepandina zextê ser Bexdayê di meseleyên sîyasî û aborî de kir û got: "Amerîkayê dil heye Artêşa Iraqê lawaz bike û serdestîya xwe bisepîne".

Hema di vî warî de Komsyona Ewlehî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê duh ragihand: "Servîsên Sîxorî û Lêzanînê yên Rêjîma Sîyonîst û Amerîkayê hewil didin bi pakêtên handêr Fermandeyên Ewelhîyê yên Iraqê bi merema hevkarîyê wergirin".