Tîrmeh 14, 2019 09:08 Asia/Tehran
  • Pêgiriya serokomarê Iraqê li ser dûrkirina navçeyê ji xeetrên şerê hitmalî

Serokomarê Iraqê li ser pêwîstiya dûrkirina gelên navçeyê ji xeterên şerê hitmalî pêgirî kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Berhem Salihê serokomarê Iraqê Şemiyê bi şev di hevdîtina bi Fêdêrîka Mogirînî, Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê li Bexdayê, got: Jibo dûrkirina navçeyê ji şer û pevçûnê, divê hevkarî û hevahengiyênj navbera welatên navçeyê zêde bibin.

Mogirînî jî li ser piştgiriya welatên ewropî ji aramî û siyaseta hevseng a Iraqê li bara mijarên navneteweyî pêgirî kir.

Serokomarê Iraqê û Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê her wiha derbarê mijarên têkildarî avedankirina Iraqê û guhertinên niha yên navçeyê gotûbêj kirin.

Fêdêrîka Mogirînî, berpirsa Siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê roja Şemjiyê di serê desteyeke siyasî gihîşte Bexdayê û bi hejmareke berpirsên Iraqê ji wan Adil Ebdulmehdiyê serokwezîr  û Mihemed Elî Hekîm, Wezîrê karên derve yê Iraqê ra hevdîtin pêk anî.