Tîrmeh 13, 2019 16:48 Asia/Tehran
  • Nûrî Malikî wek Sêkrêtêrê Gişt Partiya El Deiwe ya Îslamî ya Iraqê hat hilbijartin

Serokwezîrê berê û Rêberê Fraksiyona Dewleta Qanûnê li Parlimana Iraqê Nûrî Malikî careke din wek Sêkrêtêrê Gişt Partiya El Deiwe ya Îslamî ya Iraqê hat hilbijartin.

Hişam Rekabî, berprisê medyayî yê ofîsa Malikî ragihand ku Nûrî Malikî îro anku Şemiyê di civîna gelemperî ya Partiya Deiweya Îslamî ya vî welatî bi wergirtina sê duyê dengan careke din wek Sêkrêtêrê Gişt Partiya El Deiwe ya Îslamî ya Iraqê hat hilbijartin.

Civîna gelemperî ya Partiya Deiweyê ya Iraqê bi amadebûna 350 kes ji endamên vê partiyê li bajarê pîroz ê Kerbelayê bi dirûşmeya "Em sozdarê erk, welat û şehîdên xwe ne", hat lidarxistin.

Partiya Deiweya Îslamî ya Iraqê yek ji partiyên herî kevin ên vî welatî ye ku di sala 1957`an de li Necefa pîroz hat damezirandin.

Ayetullah Mihemed Baqir Sedr û Ayetullah Mihemed Baqir Hekîm ji damezirînerên yekem ên vê partiyê bûn û yek ji partiyên herî xurt û qedîmî yên siyasî yên Iraqê di warê têkoşîna dijî rêjma Sedam bûye.