Tîrmeh 10, 2019 18:19 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Heşdê Şeibî beşeke cudanebûyî ji hêzên çekdar ên Iraqê ye

Serokwezîrê Iraqê tevî pêgiriya li ser vêya ku Heşdê Şeibî beşeka cudanebûyî ji hêzên çekdar ên Iraqê ye, qala destpêbûna cihanîna fermana dewleta Iraqê jibo biserûberkirina wan hêzan kir.

Li gorî rapora îro ya Sûmiriye Newsê, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, bi gotina vêya ku fidakarîyên Heşdê Şeibî alîkarî dan azadkirina Iraqê û dîyar kir: Cihanîna fermana dewletê li bara hêzên Heşdê Şeibî li gorî berjewendiyên gelemperî dest pê bûye.

Serokwezîr û Fermandarê Gişt Hêzên Çekdar ên Iraqê destpêka Tîrmeha 2019`an fermaneke dehxalî derbar Heşdê Şeibî de bi armanca rêkxistina wan hêzan da.

Li gorî vê fermanê, Heşdê Şeibî dê bikeve bin fermana Fermandarê Gişt Hêzên Çekdar ê Iraqê û dê li gorî qanûnên pesendkirî li Parlimana vî welatî û fermanên dayî kar bike û berpirsyariya vê pêkhateyê dê li ustiyê Serokê Desteya Heşdê Şeibî be ku ji aliyê Fermandarê Gişt Hêzên Çekdar ê Iraqê ve tê tayînkirin.