Esaib Ehliheq tevlî bangewazîya derxistina Balyozê Amerîkayê ji Bexdayê bû
Bi dû daxwaza gel û komên Berxwedana Islamî yên Iraqê jibo girêdana Balyozxana Amerîkayê û derxistina balyozê wî welatî ji Iraqê, Tevgera Esaib Ehliheqê jî tevlî wê bangewazîyê bû.
Endamê berbiçav ê Fraksyona Tevgera Esaib Ehliheqê bi rêbertîya Şêx Qêys Xezelî li Parlimana Iraqê, Hesen Salim pêgirî kir ku balyozê Amerîkayê divê bi tawana sîxorîyê û hewildana jibo alozkirina rewşa navxweyî ya Iraqê were bankirinê û Balyozxana Amerîkayê li Bexdayê jî were girêdanê.
Salim herwiha amajeyî tawanbarkirina Fermandeyê Opêrasyona Al Anbarê bi sîxorîya jibo CIA ya Amerîkayê kir û pêgirî kir ku divê komîteyek ji Heşdi Şeibî û Sazîya Ewlehîya Iraqê jibo naskirina xayînên di nav hêzên Artêş û ewlehîya Iraqê de were pêkanînê.
Fermandeyê Opêrasyona Al Anbarê Mehmûd Fellahî tawanbar e ku tevî sîxorîya jibo CIA`yê, lêzanînên tam derbarê çeperên Heşdi Şeibî, hêzên ewlehîyê û komên Berxwedanê li vê parêzgehê dane ber destê amerîkîyan ta ku Amerîka û hevpeymanên wî êrişî wan çeper û baregehana bikin.
Bi dû aşkirabûna vê sîxorîyê raya giştî ya Iraqê nemaze di şebekeyên civakî de û herwiha Komên Berxwedanê yên Nuceba û Ketaib Hizbulahê xwestin ku Balyozxana Amerîkayê li Bexdayê were girêdanê û Sefîrê wî elatî jî ji Iraqê bê derxistinê.