Destpêbûna opêrasyona ramalîna derverên sînorî yên Sûrîyê digel Iraqê destpê bû
Tîrmeh 09, 2019 16:41 Asia/Tehran
Hevgavê opêrasyona Artêşa Iraqê jibo ramalîna deverên sînorî yên digel Sûrîyê, hin hêzên ser bi Artêşa Sûrîyê jî ber bi sînorê vî welatî û Iraqê ve bi rêektin ta ku wan deveran ji têrorîstên DAIŞ`ê ramalînin.
Hin hêzên ser bi Artêşa Sûrîyê ji parêzgeha Dêrezorê ve bi merema pişkdarîya di opêrasyona ramalîna deverên ser sînorê vî welatî û Iraqê ji têrorîstên DAIŞ`ê ber bi wan deveran ve hatin şandin.
Fermandetiya Operasiyona hevpar a Iraqê duh bi daxûyaniyekê ragihand ku qonaxa yekem a operasiyona berfireh a nasyar bi "Vîna Serketinê" jibo paqijkirina navçeyên sê parêzgehên Selahedîn, Nêynewa û Enbarê heta sînorê vî welatî digel Sûriyê dest pê bûye.