Tîrmeh 08, 2019 09:25 Asia/Tehran
  • Dewama ramalîna deverên rojavaya Iraqê ji têrorîstan

Fermandetîya Opêrasyona Hevpar a Artêşa Iraqê ragihand ku opêrasyonek nû ser navê Vîna Serketinê li sînorê vî welatî û Sûrîyê bi merema ramalîna wan deverana ji têrorîstên DAIŞ`ê destpê bûye.

Fermandetîya Opêrasyona Hevpar a Artêşa Iraqê ragihand ku di encama wê opêrasyonê de heta vê gavê 8 navendên têrorîstan hatine têkbirinê û pakêtên wan ên teqandinê jî hatin pûçkirinê.

Balafirên cengê yên Artêşa Iraqê jî, çeperên têrorîstan li deverên rojavaya vî welatî û yên hevsînor digel Sûrîyê dan ber bombeyan.