May 17, 2019 18:17 Asia/Tehran
  • Berfirekirina baregeha Ayn ul Asad a Iraqê bi destê hêzên têrorîst ên amerîkî

Leşkerên têrorîst ên amerîkî di halê berfirekirina baregeha leşkerî ya Ayn ul Asad li rojavaya Iraqê ne û alav û çekên nû derbasî wê kirine.

Çavkanîyên ewlehîyê li parêzgeha Al Anbar li rojavaya Iraqê îro ji malpera nûçan a Al Malumê re gotin ku leşkerên têrorîst ên amerîkî jibo cara yekem dest bi berfirekirina vê baregehê kirin û hela hegera vî karî kivş nebûye.

Di vî halî da Endamê Komîteya Ewlehî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê Kerîm Elêwî got ku di civîna sibê ya Parlimana Iraqê de yê hemî binpêkarîyên leşkerên têrorîst ên amerîkî li Iraqê bên hilkolandinê û tivdîrên pêşîlêgirtinê bên kirin.

Elêwî bi gotina vê yekê ku Komîteya Ewlehîyê û hejmarek parlimanterên Hevalbendîyên Fath û Saêrûnê li Parlimanê dil hene ku pêşnumaya derxistina hêzên bîyanî ji Iraqê nemaze hêzên têrorîst ên amerîkî di civîna sibê Şemîyê de hilêxin, pêşbînî kir ku diqewime ew pêşnumaya hema di civîna sibê da were pejirandin.