May 17, 2019 10:01 Asia/Tehran
  • Hekîm û Amirî derheq dûhatên gêreyê li herêmê hişyarî dan

Rêberê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê û Serokê Hevalbendîya Al Fathê derheq gurrbûna gêreyê li navçê û dûhatên giran ên wê hişyarî dan.

Rêberê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê Seyîd-Emmar Hekîm û Serokê Hevalbendîya Al Fathê Hadî Amirî di civînekê de alûgurên herîdawîyê yên sîyasî li Iraq û navçê hilkolandin û derheq gurrbûna gêreyê li navçê û dûhatên giran ên wê hişyarî dan.

Pêwîstîya rollîstina mêhwerî ya Iraqê di çareserkirina qeyrana herêmê û kêmkirina gêreyan ji mêhwerên din ên gotûbêja Hekîm û Amirî bûn.

Hekîm di wê hevdîtinê de pêgirî ser rola Iraqê di vî warî de kir  ûgot: Iraqê divê roleke mêhwerî di parastina aramîya navçê da hebe.

Wî herwiha amajeyî demajoya kemilandina kabînê kir û xwest ku berpirsîya wezaretxanan bispêrin mirovên kara û destpak.