Nîsan 19, 2019 19:16 Asia/Tehran
  • Hişyariya Heşda Şeibî bo liv û tevgerên leşkerî yên Amerîkayê

Fermandarê Pileberz ê Seferberiya Gelanî ya Iraqê (Heşda Şeibî) got: Amerîkayê hêzên xwe yên îstixbaratê jibo sîxoriya ji Heşda şeibî bi armanca kêmkirina rola van hêzan di têkoşîna dijî têrorîsmê li nêzikî sînorê Iraq û Sûriyê bi cih kirine.

Li gorî rapora IRNAyê, Haşim Mûsewî, Fermandarê Pileberz ê Heşda Şeibî ya Iraqê roja Îniyê tevî ragihandina amadetiya van hêzan ji bo sekinîan li hemberî kiryara hitmalî ya çekdarên Azmerîkayê jibo alîkariya bona anîna têrorîstên DAIŞê bo Iraqê her wiha got: Hêzên amerîkî jibo kontrolkirina derbasgeha sînorî ya El Bûkemalê li sînorê Sûrye û Iraqê bernameya xwe hene.

Bajarê Bûkemalê dawîn baregeha mezin a koma têrorîst a DAIŞê li rojhilata Sûriyê bû ku li kêleka bajarê El Qasimê yê Iraqê ye.

Amerîkî hewil didin ku komên têrorîst ji vî sînorî derbasî nav axa Iraqê bikin û bi pêkanîna bêewlehîtiyê, rewşê jibop dewama hebûna xwe li Iraqê xweş bikin.

Bi jinavçûna DAIŞê li Iraqê di meha Kanûna sala 2017an da, gel, partî, kesayetî û mêdyayên iraqî daxwaza derketina çekdarên biyanî ji wan amerîkiyan ji welatê xwe dikin.