Adar 25, 2019 18:56 Asia/Tehran
  • Hevdîtina sêalî ya Serokên Urdin, Iraq û Misrê li Qahirê

Serokomarê Misrê, Paşayê Urdinê û Serokwezîrê Iraqê li Qahirê civîyan û derbarê rêyên hevkarî û hevdengîya her sê welatan de gotûbêj kirin.

Li gorî rapora Kanala Rusia Al Yawmê, Serokomarê Misrê Evdilfetah Sîsî, Paşayê Urdinê Melikevdilayê Duyem û Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî şeva buhurî di civînekê li Qahirê de rêyên hevkarî û hevdengîya her sê welatan hilkolandin.

Serokên Misr, Urdin û Iraqê di vê civînê de pesna peywendîyên dsîrokî yên her sê welatan dan û pêgirî ser girîngîya hewildanan jibo jordabirina asta hevdengîya Qahire, Emman û Bexdayê kirin.

Wan herwiha derbarê alûgurên herêmê de rawêjkarî kirin û pêgirî ser biryara xwe ya hevkarî û hevdengîya istiratêjîk bi merema vegerandina istiqrarê bo navçê, peydakirina rêçareyê jibo qeyranên li hin welatên Ereb ji wan Filistîn, Sûrîye, Lîbî, Yemen û welatên din kirin.

Serokomarê Misrê, Paşayê Urdinê û Serokwezîrê Iraqê di civîna li Qahirê de herwiha pêgirî ser girîngîya sekinîna li hemberî têrorîsmê û piştgirên wê û kemilandina şerê giştalî yê dijî têrorîsmê kirin.

Serokên Misr, Iraq û Urdinê herwiha pêgirî ser piştgirîya tam ji hewildanên Iraqê bi merema kemilandina demajoya jinûveavakirin, vegera awareyan û garantîkirina mafên welatîyên iraqî li gorî biryarnamên Konseya Ewlehîyê kirin.