Adar 25, 2019 18:03 Asia/Tehran
  • Rikeberîya 600 şirketên almanî jibo pişkdarîya di bazara Iraqê de

Zêde ji 600 şirketên almanî rikeberîyeke berfire li hemberî şirketên welatên din jibo pişkdarîya di bazara Iraqê de destpê kirine û ji nêzîk ve çavdêrîyê ser derfetên aborî yên li vî welatî dikin.

Li gorî rapora Radyoya Deutsche Welle`yê, Şirketên almanî bi dû berfirekirina karên xwe li Iraqê ne, lê ewlehî hela jî mesela herî girîng jibo wan şirketan e.

Serokê Pişka Ticareta Derve ya Odeya Pêşe û Bazirganîya Almanê Folkir Trayer berî destpêbûna Pêncemîn Civîna Aborî ya Alman û Iraqê li Berlînê got: Meyla karkirina li Iraqê li her dera cîhanê zêde dibe, li Almanê jî herwiha.

Pêncemîn Civîna Aborî ya Alman û Iraqê îro li Berlînê destpê bû û yê sibê jî were domandinê.

Folkir Trayer  herwiha got: Iraq bi nifûsa 40 milyon kesî yek ji bazarên herîmezin jibo berhemên şirketên almanî li Rojhilata Navînê û Bakura Afrîqayê tê hesêb.

Niha zêde ji 600 şirketên almanî bi Iraqê re danuistandina ticarî dikin û nêzî 20 şirketan jî çiq û nuneratîyên xwe li Iraqê vekirine.