Adar 24, 2019 19:10 Asia/Tehran
  • Azadiya 17 êzdiyên din ji destê DAIŞ`ê

17 kesên din ji kurdên êzdî yên dîlgirtî bi destê DAIŞê bi têkçûna vê koma terorîst li Baxozê rizgar bûn, lê artêşa Iraqê nehêşt ew derbasî axa vî welatî bibin.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, malpera nûçana  Roj Newsê raghand ku 17 kesên din ji kurdên êzdî ji wan jineke êzdî ya birîndar ku di dema êrişa DAIŞ`ê ser Şinaglê li 2014`an a zayînî ji aliyê  vê komê hêsîr bibû bi têkçûna DAIŞê li dawîn qonaxa operasyona Baxoza Sûriyê ji dîlgirtinê hatine azadkirin.

 Li gorî  vê nûçê, vê koma kurdên êzdî  ji aliyê hêzên kurd-ereb ên bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk ji hêsîrbûnê rizgar bûn û ji aliyê nivîsgeha  karûbarên êzdiyan li Kurdistana Sûriyê bona ku vegerin Şingalê hatine guhestin bo sînorê navbera Iraq û Sûriyê , lê hêzên sînorvaniyê yên artêşa Iraqê bi vê mehanê ku sînor girtiye nehêştin ew derbasî axa Iraqê bibin.

17 kurdên êzdî piştî ku  artêşa Iraqê pêşî li wan girtin, vegeryan  navçên kurdnişîn ên Sûriyê.

 Piştî vê kiryara artêşa Iraqê, malbat û xizm û kesên kurdên êzdî ku li benda wergirtian wan li sînor bûn li navça Xanesorê ya Şingalê dest bi kombûna nerazîtiyê kirin û kiryara artêşê şermezar kirin.